Kêşeya navbera milîsan rewşa parêzgeheke Iraqê aloz kiriye
Aloziya navbera herdu komên milîs ên Seraya Selam û Esayîb Ehlê Heq li parêzgeha Mîsan a Iraqê didome û rewşa bajêr aloz e.
Tevî hewldanên Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û Serkirdeyê Milîsên Esayîbê ehlê Heq Qeys Xezelî, aloziya navbera herdu komên Seraya Selam û Esayîbê Ehlê Heq berdewam e.
Bi rêya bombeyekê, mala endamekî Seraya Selam bûye armanc, di heman demê de du bombeyên din jî, yek li ber dibistanekê û yek jî li di nava avrêjekê de teqiya.
Li ser vê mijarê Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê jî desteserkirina 21 kesan ragihand, ku bi tohmeta derxistina alozî û tevliheviyan desteser kirin.
Li bajarokê Qurne yê li parêzgeha Besrayê jî, ji ber şerê hejmarek endamên eşîrekê, kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
K24
