Serokwezîr Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 52yemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Yekîtiya Nivîskarên Kurd di dirêjahiya temenê xwe de roleke girîng di xizmetkirina ziman û edebiyata Kurdî û tevgera ronakbîriyê li Kurdistanê dîtiye.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya pêncî û duyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, pîrozbahiyên herî germ arasteyî endamên melbenda giştî û hemû endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd û nivîskarên Kurdistanê bi giştî dikim.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd di dirêjahiya temenê xwe de roleke girîng di xizmetkirina ziman û edebiyata Kurdî û tevgera ronakbîriyê li Kurdistanê dîtiye û her dem di qonaxên xwe yên cuda yên dîrokî de xwedî helwesta niştimanî bûye di mijara berevanîkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de.
Di vê boneyê de, bi rêz û pêzanînê ve, em hemû wan nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê bi bîr tînin, ku bi nivîs û berhemên xwe û helwesta xwe ya niştimanî, di rêza pêş a dakokîkirina nasname û nirxên pîroz ên gelê Kurdistanê de bûn.
Salvegera Damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li hemû nivîskarên Kurdistanê pîroz be û her dem serkeftî bin.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
K24
