• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

Gulan Media February 11, 2022 Nûçe
Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 5 parêzgehên Tirkiyê ji ber berfê û pûkê dibistan bo dema rojekê 11ê Sibata 2022ê hatin girtin.

Li parêzgehên Wan, Agirî, Erzîngan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistan û li parêzgehên Karaman, Kayseri, Nigde, Konya û Kayseri yên Tirkiyê ji ber rewşa hewayê ya nerênî dibistan bo dema rojekê hatin girtin.

Li gor Parêzgariya wan bajaran ragihandiya  li navçeyên Zêdkan, Hamur û Avkevir  yên ser bi Agirî, li navçeya Geverê ser bi Colemêrgê, li navçeya Elbakê ser bi Wanê û li navçeyên Mansî, Tercan û Otlukbelî ser bi Erzînganê dibistanên seretayî û navîn bo dema rojekê 11ê Sibata 2022ê hatine girtin.

Herwiha dê karmendên kêmendam û ducanî wek mohlet bên qebûlkirin û naçin saziyên lê dixebitin.

Li çend parêzgehên Tirkiyê jî rewşa hewayê ya nerênî bandorê li jiyanê dike û ji ber berf û bahozê li 5 bajaran dibistan bo dema rojekê hatin girtin.

 

Rudaw

Top