Wezareta Pêşmerge û berpirsekî Hêzên Hevpeyman civiyan
Wezareta Pêşmerge ligel şêwirmendê mezin ê Hevpeymaniya Navdewletî li ser mijara çaksaziya li wezaretê civiya.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand; îro 9ê Sibata 2022yan Rêveberê Pêwendî û Hemahengiyê yê li Wezareta Pêşmerge Mihemed Seîd ligel Şêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Todd Burroughs civiya.
Li gor daxuyaniya wezaretê, civîn li ser proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge bû.
Herwiha eşkere kiriye ku Rêveberiya Pêwendî û Hemahengiyê ya Wezareta Pêşmerge roleke wê ya bi bandor û baş heye di bihêzkirina pêwendiyên Hevpeymanan de ligel wezaretê.
Basnews
