• Wednesday, 25 February 2026
logo

Havîngeh ji bo pisîkan bûye stargeh

Gulan Media February 10, 2022 Corane
Havîngeh ji bo pisîkan bûye stargeh

 Li parêzgeha Xarpêtê welatiyekî xanenîşîn di zivistana dijwar de havîngeha xwe bo pisikan dabîn kir û hemû berpirsiyariya wan a xwarin û tendirustiyê li xwe girt.

Li gundê Sugozuyê yê Xarpêtê ku 12 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e Mehmet Sami Seferogulları, havîngeha xwe ya zivistanê bi kar nayîne bo pisikan dabîn kir.

Rewşa ajelan zivistanan xeraptir dibe

Wêne: AA
Mehmet Sami Seferogullari, Welatî, dibêje, “Li gundê Sugozuyê havîngeh û baxçeyê me heye û em bi malbata xwe re havînan 3-4 mehan lê dimînin. Pisikên li herêmê havînan xwarinê peyda dikin, xwediyên baxçeyan xwarinê didin wan, lê zivistanan ji ber kesek nayê van deran di mijara xwarin û birçîbûnê de zehmetiyan dikşînin.”

Mehmet Sami Seferogullari, ji bo parastina xwarina pisikan sarîncek kiriye û ji mala xwe ya bajêr rojê carekê diçe havîngeha xwe seriyekî li pisikan dixe û xwarinê dide wan û dibêje pisikan bi nan, şîr, goşt û salamê xwedî dikim û ji mala xwe re çi dikirim ji van pisikan re jî heman tiştan dikirim.

Hejmara pisîkên li wê malê

Wêne: AA
Mehmet Sami Seferogullari, Welatî, dibêje, “Ez zivistanan di rojên sar de her roj û di rojên asayî de jî du rojan carê serdana vê derê dikim û bi qasî ji destê min tê xwarina wan didim û xizmeta wan dikim. Helbet li vê derê îsal berfeke zêde bariya û ji ber ev pisik di dîtina xwarinan de zehmetiyan dibînin heta pêkan be, ez têm vê derê. Li vê derê 18 pisik hene û heta ji destê min tê ez xizmeta wan dikim.”

Zivistana dijwar

Wêne: AA
Li Bakurê Kurdistanê, îsal zivistaneke dijwar heye ku ji ber berfa zêde bi taybetî jiyana ajelan zehmettir bûye.

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê, jîngeparêzan kampanya dan destpêkirin û ji bo ajelên kovî xwarin li xwezayê danîn da ku jiyana wan hêsantir bikin.

 

Rudaw

Top