• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rûniştina Nihênî’ ya Sartre li Hewlêrê hat nîşandan

Gulan Media February 7, 2022 Hunerî
Rûniştina Nihênî’ ya Sartre li Hewlêrê hat nîşandan

Lîstika ‘Rûniştina Nihênî’ ya nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Fransî Jean Paul Sartre li Hewlêrê hat nimayîşkirin.

Regeza sêyem

‘Rûniştina Nihênî’ li ser `regeza sêyem` û wan astengiyan e ku di civakê de rûbirû dibin.

Derhênerê lîstikê Helkewt Îdrîs ji Rûdawê re ragihand, “Armanca vê lîstikê hişyarkirina civakê ye û qebûlkirina wan core kesan e di nav malbatê de, ji ber ku ti tawaneke wan tune ye.”

Di lîstika ‘Rûniştina Nihênî’ de 4 akter beşdar bûn ku ji 2 jin û 2 zilaman pêk dihat.

Li Silêmaniyê jî tê nîşandan

Lîstika ‘Rûniştina Nihênî’ bi hevbeşî ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîriya Duhokê û Peymangeha Hunerên Ciwan a Duhokê ve hat nimayîşkirin û sibe, 07/02/2022, dê li hola konfransê ya Peyamngeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê bê nimayîşkirin.

‘Rûniştina Nihênî’

Lîstika ‘Rûniştina Nihênî’ ya nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Fransî Jean Paul Sartre, diyaloga 3 karakterên ji hev cuda vediguhêze ku di odeyekê de hatine girtin û derketina ji odeyê tune ye
Karekterên ‘Rûniştina Nihênî’; id, ego û superegoyê temsîl dikin
Di lîstika navborî de behsa wê tê kirin, takekes di hewldana xwe ya hebûnê de ji ber ku wê hewldana xwe û hemû daxwazên xwe li gor hinek kesên din rêk dixe û mijûlî wan pirsgirêkên ku ji aliyên kesên din ve hatine çêkirin dibe, ji azadiya xwe dibe û dibe êxsîrê destê civakê
 

 

Rudaw

Top