• Wednesday, 25 February 2026
logo

Çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê 3 rojnamevan revandin

Gulan Media February 6, 2022 Nûçe
Çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê 3 rojnamevan revandin

Li Rojavayê Kurdistanê di heyama du hefteyan de herî kêm 3 rojnamevan ji aliyê çekdarên PKKê ve hatin revandin.

Roj bi roj azadiyên siyasî û medyayî li Rojavayê Kurdistanê sînodartir û tengtir dibin. Ji bilî zeftên siyasî, zextek mezin jî li ser rojnamevan û saziyên medyayî bi taybet yên nêzîkî ENKSê heye.

Çavkaniyekî ji Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re got, duh bi şev li bajarê Qamişlo peyamnêrê televîzyona ARK TV Sebrî Fexrî ji aliyê komek çekdarên PYDê ve, ku baskê PKKê ye li Rojava û Sûriyê, hat revandin û ber bi cihekî nediyar ve hat birin.

Wî jêderî her wiha got, pêr bi şev jî çekdarên PYDê peyamnêrê malpera kurdî ya Yekitî Media, Bawer Mela Ehmed jî revandin. Heta niha nayê zanîn li ku ye.

Li gorî agahiyên çavkaniya BasNewsê, roja 19 Sibata îsal jî çekdarên PYDê rojnamevanê malpera Yekitî Media, Jîndar Berekat li mala wî de revandin û piştî îşkenceyek hovane ew li kêleka rê avêtin.

Çekdarên PYDê gefa kuştinê wî xwaribûn û jê re gotibû, eger li ser karê xwe berdewam be dê bikujin.

 

Basnews

Top