• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Zaxoyê şerê hovane yê kewan

Gulan Media February 6, 2022 Corane
Li Zaxoyê şerê hovane yê kewan

Li bajarê Zaxo ji bo şerê kewan nêzî 100 kewan hatin komkirin. Gelek ji xelkê deverê bi meraqa şerê kewan heftane roja Înê li cihekî kom dibin û li şerê Kewan temaşe dikin. Kewê jêhatî ku di şer de bi ser dikeve dibe yê herî buha.

Xelk rojên Înê ji bo şerê kewan li bazara Zaxoyê kom dibin. Nêzikî 100 kew ji bo dijwartirîn û ciwantirîn ser anîne qadê. Herwiha pîvanên şerê kewan jî hatine danîn. Merc e her nêrekewê ku beşdarî şer dibe, divê mêkew li gel be da ku zewqekê baştir pê re hebe û şerekê dijwartir bike.

Xwedî kew Hiznî Reşîd dibêje “Hemû kew şer nakin, hemû kew nêçêrî jî nakin. Divê salê pênc - şeş kewên law birevîne heta bê naskirin û xelk mereqê bike û bixwaze kewan bîne berdinê.”

Ji bo şerê kewan heftiyane rojên Înê destinîşan kirine. Her kewek di heftiyê de yek car şer dike. Her yêk çavên wan li serkeftina kewê xwe ne, ku şerên wan ji 10 xulek heta demjimêrek berxwe didin. Herwiha corên kewan jî hene û yên Şingal ji hemûyan bihatir in.

Kewgir Wehîd Xwedêda dibêje “Ev kew kewên Kurdistanê ne. Yên reş û sor, yên Şingal û aliyê Silêmanyê ku ji wan re dibêjin kewên Qereçox. Heta kew nekeve davan, em qet nikarin rabîn û rînin û bikuxîn.”

Kewgir kewên Kurdistanê bi rêka davan digrin, perwerde diken. Eger kewek şerkereke baş be, wek mercê serekî divê kew biha destinîşan bike. Lê deng û reng û nikul mercên duv de ne.

Kiryar û Froşyarê kewan Îsmet Ebdal diyar kir “Eve ji sala 1979an vir ve vî karî dikim. yê ji hemûyan grantir min bi 4 hezar û 500 dolaran frotiye û kewê kuvî bû, min bi 3000 dolaran kirîbû, paşê gelek zîrektir bû û min bi 4 hezar û 500 dolaran frot.”

Li gor jîngeha parêzgeha Duhokê rawkirna kewan qedexe ye û îsal bi vê tometê 5 kes destigîr kirine, û li Zaxo jî bo bazara şerê kewan li ber in ku hinek rênimayan deynin.

 

Rudaw

Top