• Wednesday, 25 February 2026
logo

4emîn Festîvala Berfê li Colemêrgê dest pê kir

Gulan Media February 6, 2022 Hunerî
4emîn Festîvala Berfê li Colemêrgê dest pê kir

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê festîvala berfê li navenda kaşûnê ya Merga Botan destpê kir.

4emîn Festîvala Berfê duh Şemiyê bi hevahengiya navbera Parêzgehî, Rêveberiya Werzişê, Rêveberiya Rewşinbîrî û Geşt û Guzar û Ajansa Geşedanê ya rojhilatê Anadolu destpê kir.

Parêzgarê Colemêrêgê Îdris Akbik di gotarekê de ragihand, 2 salan ji ber coronayê wan nekarî vê festîvalê birêve bibin. Wî got, Colemêrg li ber guhertinan e, wan dirêjiya cihê kaşûnê dirêj kir bo 6 hezar metran û hotel jî tamam kirin.

Îdris Akbik herwiha da zanîn ku wan 40 hezar zarok bê beramber fêrî kaşûnê kirin.

Di wê festîvalê de, tevî kaşûnê, nimayişên folkolorî, stran û govendên Kurdî jî tên pêşkêşkirin.

Hejmareke zêde ji berpirsên partî û hikûmet û rêxistinên civaka sivîl berşdarî festîvalê bûn.

 

Rudaw

Top