Li gundekî Hewlêrê xortek hat kuştin
Li gundekî bajarê Hewlêrê xortek ji aliyê “karmendekî asayişê” ve hat kuştin.
K24 ragehandiye, şeva borî li gundê Quçe Bilbas yê Hewlêrê, xortekî 24 salî bi navê Ehmed Letîf ji aliyê kesekî çekdar ve hat kuştin.
Birayê wî xortî, Ebdulsemed Letîf gotiye, birayê min tenê red kiriye bi keça wê malbatê re bizewice, ji ber wê hatiye kuştin.
Birayê wî xortî agahiyên zêde li ser wê mijarê neda.
Li gorî agahiyên wî, ew kesê ku birayê wî kuştiye, reviyaye û heta niha jî nehatiye girtin.
Li gorî agahiyan, ew kesê ku ew xort kuştiye, karmendê asayişê bûye.
Ew xortê ku hatiye kuştin, xwandekarê pişka sporê bûye û li Hewlêrê dixwand. Li kêleka xwandinê cotkarî jî dikir.
Basnews
