• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge li çiyayê Qereçûx êrişeka DAIŞê şikandin

Gulan Media February 5, 2022 Nûçe
Hêzên Pêşmerge li çiyayê Qereçûx êrişeka DAIŞê şikandin

Hêzên Pêşmerge li çiyayê Qereçûx yê Mexmûrê êrişeka DAIŞê şikandin û çendek ji wan jî kuştin.

Îşev terorîstên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge yên li ser çiyayê Qereçûx li nêzîkî bajarokê Mexmûrê kirin.

Li gorî agahiyan, hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êriş şikandin.

Tê gotin ku komek terorîst hatine kuştin û du pêşmergeyên Zêrevanî jî birîndar bûne.

 

 

Basnews

Top