• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Cizîrê leşkerek hat kuştin

Gulan Media February 3, 2022 Nûçe
Li Cizîrê leşkerek hat kuştin

Li Cizîrê qereqoleke serbazên Tirkiyê ya li ser sînor hat armanckirin û di encamê de serbazek hat kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, îro li navçeya Cizîr a Şirnexa Bakurê Kurdistanê, qereqoleke li nêzikî xeta sînor bû armanca hewanan.

Li gor daxuyaniyê, di encama wê bûyerê de leşkerê bi navê Tarik Tarcan hatiye kuştin.

Heta niha ji aliyê PKKê ve derbarê wê bûyerê de daxuyanî û zanyariyek nehatiye belavkirin.

Ev yek di demekê de ye ku vê heyama dawîn êrişên Tirkiyê yên li nav sînorên Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê zêde bûne.

Firokeyên şer ên Tirkiyê şeva derbasbûyî bi awayekî hevwext Şingal, Mexmûr û Dêrik bombebaran kirin.

Li gor daxuyaniya HSDê di êrişa Tirkiyê de bo ser Dêrikê 4 şervan şehîd bûn û 5 sivîl birîndar bû. Herwiha li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê di êrişa bo ser Mexmûrê de jî 8 kes şehîd bûn. Her li gor zanyariyan di êrişa bo ser Şingalê de jî qurbanî hene.

 

Rudaw

Top