NYê êrîşên Tirkiyê yên li ser axa Iraqê şermezar kir
Nûnertiya Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê UNAMI, êrîşên Tirkiyê yên li ser axa Iraqê şermezar kir û ragehand, divê rêz li serweriya Iraqê re bê girtin û nakokî bi rêya gotûbêjan ve bên çareser kirin.
UNAMI, di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, pêwîste canê hemwelatiyên Iraqê bê parastin û pirsgirêk bi rêya gotûbêjan ve bên çareser kirin.
Herwaha UNAMI (Netewên Yekbûyî li Iraqê) ragehand, êrîşa esmanî ya artêşa Tirkiyê li ser sînorê parêzgeha Nînowa de ziyanên canî yên hemwelatiyên sivîl pêkhatiye û teqezî li rêzgirtina serweriya Iraqê û ji bo herdemekî selametiya axa wê kir.
UNAMI diyar kir divê hemwelatiyên sivîl ji metirsiya wan êrîşan parastî bin û ew pirsgirêkên hene bi rêya hemahengiyê ve bên çareser kirin.
Basnews
