Li Duhokê kesek ji ber guhertina regeza xwe hat kuştin
Li Duhokê kesek bi navê Doskî Azad ji ber guhertina regeza xwe ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. Kesê gumanbar ku ji derveyê welat hatibû, piştî 3 rojan bi telefonê telefonî malbata xwe ji bûyerê agahdar kir ku wî birayê xwe kuştiye û bixwe jî reviyaye.
Li Duhokê, Doskî Azad ê 23 salî ji ber guherîna regeza xwe ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.
Bav û birayên wî nexwastin li ser buyerê biaxivin, lê pismamê wan ê bi navê Ebdulselam Ebdulezîz, ji Rûdawê re diyar kir ku malbatê ji bûyerê agahî nebûya heta ku bi dîtina termî Doskî Azad hatine agahdarkirin.
Kesûkarê qurbanî Ebdulselam Ebdulezîz dibêje: “Me vê êvarê zanî ku ew kur bi destê birayê xwe hatiye kuştin. Me karê xwe kir ku biçin wî teslîmê axê bikin, lê di rê de telefon ji me re hat ku hakim gotiye piştî pişkinîne sibê dê radestî me bike.”
Rêveberiya Polîsên Duhokê derbarê dosya kuştina Doskî Azad de lêkolîne dike, li gor lêkolînên destpêkê birayekî wî ji dervey welat hatiye û ew kuştiye û piştî sê rojan malbata xwe agahdar kiriye û cihê termî jî eşkere kiriye.
Berdevkê Polîsên Parêzgeha Duhokê Muqedem Hêmin Silêman dibêje: “Ew kesê hatiye kuştin ev çend roj bûn winda bû. Birayekî wî peywendî bi birayekî din ê xwe re kiriye û gotiye ku min birayê me kuştiye. Li ser agahdarkirina wî cenaze hat dîtin. Niha ferman girtina wî derketiye.”
Rudaw
