Bexda – Kesekî hevjîn û du zarokên xwe kuşt
Li sînorê paytexta Iraqê Bexdayê, kesekî hevjîn û du zarokên xwe kuşt û hewla kuştina xesû û xezûrê xwe jî da.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, bûyer îro 01.02.2022yê li gundê Zeheb Ebyez a ser bi bajarokê Ebuxurêb a li rojavayê Bexdayê pêkhatiye.
Wî kesî ji ber pirsgirêkên malbatî hevjîna xwe ya bi navê A.Ê ya temen 32 salî û keça xwe ya bi navê B.Ê temen 14 salî û kurê xwe yê yek salî kuştiye.
Herwaha wî kesî hewl daye dayîk û bavê hevjîna xwe jî bikuje, lê bavê hevjîna wî bi çek li dij rawestaye û ji ber wê jî ew kes û dayîk û bavê wî jî ango xesû û xezûrê wî jî birîndar bûne.
Basnews
