• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêyên 41 gundan hêj girtî ne

Gulan Media February 1, 2022 Nûçe
Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêyên 41 gundan hêj girtî ne

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê rêyên 41 gund û cihên niştecihbûnê girtî ne û heta niha nahetine vekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye belavkirin, ji ber rewşa keş û hewayê û berfê rêyên 14 gundan hatine girtin.

Hatiye ragihandin ku tîmên peywendîdar hewl didin rêyên girtî vekin.

Rêveberê Xizmetên Rê û Gihandinê ser bi Îdareya Taybet a Bedlîsê ve Umit Kurtkan jî ragihand ku ji ber berfa zêde rêyên 19 cihên niştecihbûnê li wê parêzgehê hatine girtin.

Kurtkan da zanîn ku ji bo welatî mexdûr nebin dê di demeke nêzîk de rêyên hemû gundan bên vekirin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmûs Yentur jî diyar kir ku ji ber berfê rêyên 4 gundan hatine girtin û kar û xebatên vekirina wan rêyan berdewam in.

Li bajarokê Şemzînanê yê ser bi parêzgeha Colemêrgê ve jî heta niha rêyên 4 gund û gundikan girtî ne.

 

Rudaw

Top