Şer li Hesekê berdewam e û Encûmena Asayişa Navdewletî dicive
Îro Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî derbarê rewşa Sûriyê de dicive û rewşa li wî welatî dinirxîne, ev jî di demekê de ye ku li bakurê rojhilatê wî welatî anku li Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Hesekê şereke dijwar di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de berdewam e û rewş li wê derê hêj ne zelal e.
Nêzîkî şeş rojan bi ser şerê Hesekê de derbas dibin, hejmarek ji çekdarên DAIŞê li beşê dawî yê Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê şer dikin, û ne amade ne ku xwe radest bikin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û endamên Asayişa Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyan ve Zindana Sinaa û çekdarên DAIŞê yên yaxîbûyî dorpêç kirine.
Siyamend Elî, Rêveberê Ragihandina YPGê dibêje, “Hêzên me li taxa Zihûr bi temamî di şer û pevçûnê de ne, çimku piraniya DAIŞiyan xwe li vê derê veşartine. Li kuncekî girtîgehê hejmarek DAIŞî xwe veşartine, li wê derê jî şer heye û baş hatine dorpêçkirin. Em jî hêdî hêdî ber bi pêş ve diçin.”
Ji roja Pêncşembê 20ê Çile ve ku yaxîbûna çekdarên girtî yên DAIŞê yên di Zindana Sinaa ya Hesekê de destpê kir, bi kêmanî 3 hezar û 500 kesên sivîl derbider bûne, ewên li nav malên xwe jî mane, di tirseke mezin de dijîn, dengê teqe û firokeyên şer berdewam tê guhê wan.
Nişteciyekî Hesekê dibêje, “Du roj re rewşa me baş nîne, me nekarî derkevin derve. Çekdarên DAIŞê diçûne nav mala xelkê û xelk dikuştin. Em bi zehmetî rizgar bûn.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, daxwazê ji hemû wan aliyan dike ku beşdarî şer in, eger li kûderê be, pabendî yasayên navdewletî yên taybet bi şer bin.
Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dibêje, “Daxwazê ji hemû endamên Encûmenê dikim, guşarê li ser hevbeş û hevpeymanên xwe bikin, ji bo piştrast bin ku ew rêzê li yasayên navdewletî yên mafên mirovan digirin, û niyazpakiya xwe tekez dikin. Encûmena Asayişê baştirîn pêgeha wê heye ji bo garantîkirina vê yekê. Ez çaverêyî hemû endamên Encûmenê dikim, rêkarên çirrûpir bidine ber xwe, hemû emrazên li ber destên xwe bikar bînin ji bo ku rê li ber ziyanên trajedî û canî bi xelkên sivîl bigirin.”
Ligel êrîşa DAIŞê li ser Zindana Xiwêran a Hesekê, çarenivîsa malbat û zarokên DAIŞê li navçeyên di jêr kontrola Rêvebeirya Xweser de careke din dibe rojev.
Nêzîkî 10 hezar zarokan ku dayikên wan xelkên 60 welatên cîhanê ne, di nav kampan de ne, ligel 850 zarokên asêmayî li Zindana Sinaa ya taxa Xiwêranê ku UNICEF daxwaza parastina selametî û vegerandina wan bo welatên wan dike.
Rudaw
