Qedexeya li ser merasimên şînê li Herêma Kurdistanê rabû
Wezareta ewqaf û karên ayînî ya Kurdistanê qedexeya li ser danîna merasimên şînê rakir lê çend tedbîr û şertên nû danî.
Nêzîkî du salan e li Herêma Kurdistanê ji ber belavbûna nexweşiya merasimên şînê hatibûn qedexekirin.
Lê wezareta ewqaf û karên ayînî îro daxuyaniyek belav kir û qedexeya li ser merasimên şînê rakir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, helbet em dîsa jî daxwaz dikin merasimên şînê ji ber Koronayê neyên danîn lê ew mal û kesên ku bixwazin daynin jî divê van şert û pîvanan bicîh bînin:
*Şîn tenê rojek be û ew jî li mizgeftê û piştî nimêja nîvro be
*Merasimên şînê li wan mizgeftan bên danîn ku salona wan ya civînan heye
*Di dema birêveçûna merasimên şînê de tenê Qurban bê xwandin, gotar neyê pêşkêşkirin, nirxa xwandina Qurbanê jî herî zêde 75 hezar dînar be
*Divê ew kesên ku beşdarî merasima şînê dibin, tedbîrên xweparastinê bicîh bînin û maskê bidin ber devê xwe
