Helbestvanekî navdar yê Kurd koça dawî kir
dîwana wî sala 1998an hatiye çapkirin.
Xwedan dîwaneke girîng ya helbestên Kurdiye.
Îro sêşem helbestvanê navdar yê Kurd Mamoste Elî Eşref Nubetî yê ku bi Pertev Kirmaşanî tê nasîn, koça dawî kir.
Pertev Kirmaşanî sala 1931 li Kirmaşanê ji dayik bûye û xwedan dîwaneke girîng ya helbestên Kurdî bi zaraveya Kelhoriye û beşeke gelek zêde ji helbestên wî ji aliyê sitranbêjan ve weke sitran hatine gotin.
Navê dîwana wî kolanên baxçeye û sala 1998an hatiye weşandin.
Rudaw
