• Wednesday, 25 February 2026
logo

Sedir hêzên xwe dixe amadebaşiyê

Gulan Media January 23, 2022 Nûçe
Sedir hêzên xwe dixe amadebaşiyê

seraya Selam jî îro ketiye amadebaşiyê.
Piştî bûyerên li Hesekê artêşa Îraqê jî ketiye amadebaşiyê.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir twittek belav kiriye û balkêşandiye ser liv û tevgerên terorîstên DIŞIê.

Sedir di twitta xwe de diyar kiriye ku reviyana terorîstan ji girtîgeha Xiwêran li Hesekê û êrîşa terorîstên DIŞI bo ser artêşa Îraqê peyamên metirsîdarin, lewre lazime hêzên me bikevin amadebaşiyê.

Çekdarên ser bi tevgera Sedir bi Seraya Selam tên nasîn.

Nav hatî di twitta xwe de nivîsandiye: Hinek alî mijara terorê bi enqest û bo tirsandina xelkê Îraqê mezintir dikin.

Weke tê zanîn îro jî artêşa Îraqê ketiye amadebaşiyê û hêzeke zêde şandiye ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê.

Top