• Saturday, 20 June 2026
logo

Wezîrê Perwerdehiyê: Bawernameyên Rêveberiya Xweser tên pejirandin

Wezîrê Perwerdehiyê: Bawernameyên Rêveberiya Xweser tên pejirandin

Wezîrê Perwerdeya Sûriyeyê Mihemed Tirko ragihand, proseya yekkirina sîstema perwerdeyê li parêzgeha Hesekê berdewam e û heta niha bi hezaran mamoste û bi sedan dibistan tevlî sîstema hikûmî bûne.

Wezîrê Perwerdeya Sûriyeyê Mihemed Turko ji ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) re aşkere kir, plana wan a ji bo yekkirina sîstema perwerdeyê li parêzgehên rojhilat (Hesekê û derdora wê) bi serkeftî bi rêve diçe. Turko diyar kir ku armanca vê planê sepandina bernameya xwendinê ya yekbûyî ya Sûriyeyê û dabînkirina aramiyê di kerta perwerdeyê de ye.

38 hezar mamoste û 2350 dibistan

Li gorî daxuyaniya Tirko, di dema borî de nêzîkî 38 hezar mamoste ku berê di bin sîwana saziyên "Rêveberiya Xweser" de kar dikirin, tevlî sîstema perwerdeya neteweyî ya Sûriyeyê bûne. Her wiha destnîşan kir ku heta niha 2350 dibistan hatine vekirin ku ji destpêka nîvê duyem ê sala xwendinê ya îsal ve, bernameya hikûmî ya fermî tê de tê xwendin.

Biryara nû derbarê azmûn û bawernameyan de

Wezîrê Perwerdeyê bal kişand ser biryara jimare 1617 û ragihand ku ji bo parastina mafên xwendekaran hinek hêsankarî hatine kirin:

- Azmûnên Giştî: Ew xwendekarên ku berê li gorî bernameyên Rêveberiya Xweser xwendine, dikarin di sala xwendinê ya îsal (2025-2026) û sala bê (2026-2027) de, li gorî heman bernameyên ku xwendine bikevin azmûnên giştî (Bakalorya û Seretayî).

- Pejirandina Bawernameyan: Wezaretê rêkarên taybet derxistine da ku bawernameyên (şehade) berê yên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, li gorî qanûn û rêzikên dewletê werin pejirandin.

Wezîrê Perwerdeya Sûriyeyê Mihemed Tirko destnîşan kir ku ev prose gav bi gav tê meşandin, da ku ti bandoreke neyînî li ser astê xwendekaran nebe. Her wiha Tirko got: "Perwerde dê bibe pira herî girîng a ku kurên welat yek dixe û di avakirina mirov û paşerojê de xwedî rol be."

 

K24

Top