• Wednesday, 25 February 2026
logo

Zarokek 8 salî ya Kurd hate kuştin

Gulan Media January 23, 2022 Nûçe
Zarokek 8 salî ya Kurd hate kuştin

xelkê Urmiyeyê ne û li Zencanê hatine kuştin.
Ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê di encama êrîşa çekdarên rejîma Îranê li bajarê Zencanê, keçeka Kurd ya 8 salî hatiye kuştin.

Hengawê belav kiriye ku keça Kurd ya kuştî xelkê Urmiyeyê bûye, di nava tirimbîlê bavê xwe de bûye ku çekdarên rejîmê jî êrîşî ser tirimbîlê kirine, di encama êrîşê de ev keça 8 salî canê xwe ji dest daye û xuşika vê ya 16 salî jî bi dijwarî birîndar bûye.

Navê keça kuştî Mizgîn Pilengî û navê xuşika vê jî Felek pilengiye.

Top