• Wednesday, 25 February 2026
logo

Berpirsêkî PDKê: PKK plana welatan li Şingalê cîbicî dike

Gulan Media January 18, 2022 Nûçe
Berpirsêkî PDKê: PKK plana welatan li Şingalê cîbicî dike

Berpirsêkî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê ragihandiye Partiya Karkerkên Kurdistanê (PKK) plana welatan li Şingalê cî bi cî dike.

Berpirsê Liqa 17an ê PDKê li Şingalê Îdrîs Zozanî ji BasNewsê re axivî û aşkere kir li Şingalê her kesekî ne bi ser PKKê ve bin çekdarên PKKê wan dikujin.

Herwiha Îdrîs Zozanî amaje bi wê yekê jî kiriye PKKê rewşeke xirab bi ser Şingalê de aniye û bajarê Şingalê tijî bûye ji milîs û çekdarên cûr bi cûr û ew çekdar planên welatan li Şingalê cî bi cî dikin.

 

Di berdewamiyê jî de Îdrîs Zozanî dibêje, hikûmeta Iraqê nikare rêliber PKKê bigire û PKKê ji Şingalê derbixe û îhtîmala şer û pevçûnan di navbera PKKê û artêşa Iraqê de li Şingalê heye. 

Berpirsê PDKê Îdrîs Zozanî tekez dike PKK bi berdewamî li dijî berpirsên PDKê planan digerînin û zarokên ji Rojavayê Kurdistanê direvînin tînin li Şingalê perwerde dikin û çekdan dixin deste wan û Şingalê jî dikin meydana şer û planên welatan li Şingalê cî bi cî dikin.

Zozanî behsa hilbijartina parlementoya Iraqê û encamên wê jî dike û serkeftina berbijêrên PDKê weke daxwaza xelkê Şingalê ji bo vegera Pêşmerge û PDKê binav dike.

 

Basnews

Top