Nîvê endamên fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê dest ji kar kêşane
Li gor zanyariyên BasNewsê nîvê endamên fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê pêwendiya wan li gel partiya wan nemaye û dest ji kar berdane. Endamekî Civata Giştî ya Tevgera Gorran jî rexneyên tund li wan dike.
Li gor zanyariyên geheştine dest BasNewsê, Elî Hemesalih, Daban Mihemed, Şayan Eskerî, Şîrîn Emîn û Aşna Ebdula dest ji Tevgera Gorran berdane û demeke ne serdana Girê Gorran dikin û ne jî beşdarî civînên Tevgera Gorran dikin.
Rêkeftina Tevgera Gorran li gel PDKê û YNKê ji bo pêkanîna kabîneya nehem a hikûmetê li ser bingehê ku Gorran xwediyê 12 kursiyên parlamentoyê bû, lê naha Tevgera Gorran nîvê wan kursiyan jî ji dest daye. Di dema pêkanîna hikûmetê ya sala 2019ê de berdewam dihate behs kirin ku yek ji mercên rêkeftina pêkanîna kabîneya nehem ew e, ku ew aliyên di hikûmetê de beşdar in, li parlamentoyê wek opozîsyon nabe xwe pêşkeş bikin.
Vê derbarê de endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Ehmed Pîrot ji BasNewsê re ragehand: ‘’Belê mixabin wê grubê dest ji Gorran berdaye. Sedem jî gotarên popîlîst desthilate û xwe derxistina pêş û xwe mezin zanîn wisa kiriye ku wefaya wan a li hember Gorran jî hinde be.’’
Herwaha bangeşeya wê yekê jî kir ku Gorran, ew kesane kirin tiştek û gehandin wî ast û cîhî, lê ew jî waha derketin.
Ev ne yekem care Gorran parlamenterên xwe ji dest dide, di dema borî ya parlamentoya Iraqê de jî hejmarek zêde ya parlamenterên Gorran xwe dan gel grub û taxima Iraqçîyan a ji aliyê serokomar û hin aliyên din ve ji bo dijatiya Herêma Kurdistanê dihatin bikaranîn.
Basnews
