• Wednesday, 25 February 2026
logo

Erdogan daxwazek ji balyozên welatên Ewropayê kir

Gulan Media January 14, 2022 Nûçe
Erdogan daxwazek ji balyozên welatên Ewropayê kir

 Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Edogan di cîvîna xwe ya ligel balyozên welatên endamên Yekitiya Ewropayê de ragihand, ew ji bo vekirina rûpeleke nû di peywendiyên Tirkiyê yên ligel Yekitiya Ewropayê de amadekariyan dikin û ji balyozan daxwaz kir ku vê helwesta Tirkiyê bigehînin Brukselê û paytextên welatên xwe.

`Rêbazên mijûlkirinê hatin bikaranîn`

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Edogan îro 13ê Çileya 2022ê di civîna xwe ya ligel Balyozên welatên Yekitiya Ewropa de axivî, ku ew civîn li Koşka Çankaya ya li Enqerê birêve çû.

Erdogan behsa wê kir ku Tirkiyê helwestên ku ji Yekitiya Ewropayê çaverê dikirin nedîtine û got: “Di serî de guncavkirina Yekitiya Gumirkan, ji bo ku vê rojeva erênî cibîcî nekin li dijî me rêbazên mijûlkirinê hatin bikaranîn.”

`Em amade ne`

Erdogan li ser mijara Qibrisê jî axivî û tekez kir ku helwesta Tirkiyê ya li ser wê mijarê eşkere ye û got: “Ji bo çareseriya meseleya Qibrisê di çarçoveya rastiyên li giravê de ku sûda hemû aliyan têde hebe, em ligel Komara Tirk a Qibrisa Bakur di nav hewldanan de ne.”

Serokkomarê Tirkiyê di berdewamiya axaftina xwe de behsa peywendiyên Tirkiyê yên ligel Yekitiya Ewropayê jî kir û got: “Wek welatekî berbijêr bo endamtiyê ku di asta gotûbêjan de ye, em amade ne ligel Yekitiya Ewropa hevkarî û diyaloga xwe bihêz bikin.”

Daxwaza ji balyozan

Herwiha Erdogan ji balyozên Yekitiya Ewropayê re got: “Ez bi taybet ji we daxwaz dikim ku hûn bi arastekirinên xwe ên ligel Brukselê û paytextên welatên xwe de, diyar bikin ku `em ji bo vekirina rûpeleke nû di peywendiyên Yekitiya Ewropa û Tirkiyê de di amadekariyan de ne` û di vê mijarê de ez bi taybet li benda piştgiriya we me.”

 

Rudaw

Top