• Wednesday, 25 February 2026
logo

Terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundeke Kerkûkê kirin

Gulan Media January 11, 2022 Nûçe
Terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundeke Kerkûkê kirin

duhê direngiya şevê êrîş kirine.
Welatiyek revandine û heta niha çarenivîsa wî nediyare.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantv yê li Kerkûkê dane, duhê bi şev terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundê Deles ya ser bi qezaya Daqoqê ya li Kerkûkê kirine.

Peyamnêrê me eşkere kir ku, terorîstên DIŞIê di êrîşê de şêniyeke gundê revandine û heta niha çarenivîsa wî nediyare.

Peyamnêrê me diyar kir ku, terorîstên DIŞIê piştî êrîş kirin û revandinê bo cîheke nediyare reviyane.

Top