• Wednesday, 25 February 2026
logo

Bilind Îsmaîl: Bahaneya YNKê ya ji bo xwe vekêşanê guncaw û dirust nebû

Gulan Media January 11, 2022 Nûçe
Bilind Îsmaîl: Bahaneya YNKê ya ji bo xwe vekêşanê guncaw û dirust nebû

Endamê rêveberiya PDKê ragehand, ew lihev kirina ji bo proseya helbijartina desteya serokatiya dema pêncem a Parlamentoya Iraqê kar pê hate kirin pêngavekî giringe. Û got: ‘’Her nexşeyekî siyasî ya ku Serok Barzanî danîbe, bandora wê li ser temamê proseya siyasî ya Iraqê dibe û bi xêr û destkeft ve ji bo hemû aliyan vediger.’’

Endamê rêveberiya PDKê û berpirsê baskê 16ê yê PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Helbijartina desteya serokatiya nû ya Parlamentoya Iraqê destpêkekî baş bû bo rastkirina proseya siyasî ya Iraqê û awayê hikûmraniya Iraqê. Heman demê de vegeranddina baweriyê di navbera hêzên siyasî ya Iraqê de bû, ku nûnertiya pêkhateyên serekî yên Iraqê pêkanîne. Ew lihevkirina giringe ji bo peyrew kirin hersê bingehên lihevkirin, hevbeşî û hewsengiyê, ku berdewam ev tişta daxwaza kurdan bûye, ji ber mafên pêkhateyan di proseya siyasî ya Iraqê de diparêze.’’

Herwaha got: ‘’Ev prensîbên destpêkê û bi vî awayî rêkeftin di proseya helbijartina serokomar û pêkanîna kabîneya nû ya wezaretan de jî kar dê pê bê kirin. Dema pêş de jî li hemû waran de hikûmet û saziyên din jî dê hevbeşiya rasteqîn li berçav bigrin. Herwaha dê Iraqê ji binpê kirinan û xwarûxîçên salên borî biparêze. Ji ber dema Iraq bibe ya hemûyan û hemû kes xwe têde bibîne, awayê karê siyasî beşek berçav serweriya ji destçûyî ya Iraqê jî dê careke din vegerîne.’’

Bilind Îsmaîl got: ‘’Divê vê rastiyê jî mirov bibêje, di vê proseyê de giranî û bandora Serok Barzanî di gehandina hêzên siyasî yên Iraqê bi hevdu û rêxistina nav mala erebên sunne jî derket pêş. Herwaha giraniya PDKê û her nexşeyekî siyasî, ku Serok Barzanî nexşe bo kêşandibe, bandora wê li ser temamê proseya siyasî ya Iraqê dibe û wek xêr û destkeft bo hemû aliyan vedigere.’’

Derbarê beşdarnebûna fraksiyona YNKê ya di dengdana desteya serokatiya nû ya Parlamentoya Iraqê de jî Bilind Îsmaîl got: ‘’Pêwîstbû biraderên YNKê beşdarî kiriban. Lê ew bahaneya beşdarnebûnê wek navmala erebên şîe rêk nîne derdixin pêş û kurd di vê navberê de nabe alî, lê ev ne bahaneyekî diruste. Ji ber em ne alî ne ji belavbûna nav mala erebên şîe û em pê keyfxweş jî nînin. Lê nabe bi vê bahaneyê ve em xwe ji proseya siyasî qut bikin û xwe jê dûrbixin.’’

 

Basnews

Top