• Wednesday, 25 February 2026
logo

Gorran: Şasiwar Ebdulwahîd 9 parlamenterên xwe bi 50 milyon dolaran firot

Gulan Media January 11, 2022 Nûçe
Gorran: Şasiwar Ebdulwahîd 9 parlamenterên xwe bi 50 milyon dolaran firot

Tevgera Gorran, Şasiwar Ebdulwahîd tometbar dike ku 9 endamên fraksiyona Nifşê Nû li Parlamentoya Iraqê bi 50 milyon dolaran firotine.

Endamê fraksiyona Gorran Elî Hemesalih di parve kirineke xwe ya medya civakî de ragehand: ‘’Parlamentoyekî ku yekem karê xwe bi kirîn û firotina dengên parlamenteran ve destpê bike, çi tiştek jê nayê hêvî kirin! Naha jî ez tênagehim çima helbijartina pêşwext hate kirin.

Şeva borî jî bajêrvanê Gorran li Silêmaniyê Aso Mehmûd ku demek berî naha ji ber nîgeraniya xwe ya li hember partiya xwe dest ji partiya xwe berda bû aşkera kir: ‘’Partiyekî 9 endamên xwe yên parlamentoyê bi 50 milyon dolaran firotiye, bijî mafê xelk!’’

Ji aliyê din ve endamê Civata Giştî ya Gorran Ehmed Pîrot jî derbarê firotina parlamenterên Nifşê Nû de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tişta hatiye kirin biryarekî neexlaqî bû û karesate ji bo proseya siyasî ku lîstokê bi çarenivîsa dengên xelkê ve bê kirin û şermekî mezin bû ku parlamenter bên firotin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Hîn nediyar e çawa hatine firotin, lê ev kare bixwe karesat e.’’

Ehmed Pîrot teqez kir: ‘’Zanyariyên me hene beramber lîsteyekî hatî diyar kirin hatine firotin û pare jî çawa hatiye wergirtin nediyar e. Ev bêexlaqiye û derî ji bo gendeliyên din vedike.’’

Li hember wan îdîayan parlamenterê Nifşê Nû Rêbwar Awrehman di daxuyaniyekî de êrîşî Gorran û rêveberên wê kir û ragehand: ‘’Hin hêz û kesên şikestxwarî berdewam li dû peywirê de ne, yan jî hêzên din ên ku berdewam li dû desthilatê dikevin, yan jî berdewam bê helwêstin û reviyane ji nav salona parlamentoyê, tomet ji bo me çêkirine û ew derew in û derewên bi şax in.

 

Basnews

Top