• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mela Ebdullah Arkan: Înkarkirina ziman kufr e!

Gulan Media January 9, 2022 Nûçe
Mela Ebdullah Arkan: Înkarkirina ziman kufr e!

Endamê Sendîkaya Kedkarên Olî û Weqfan (DIVES) Mela Ebdullah Arkan ragihand ku “Eger neteweyek nikaribe bi zimanê zikmakî  perwerdehiya xwe, ol xwe, çapemeniya xwe, li dibistan û zanîngeh û di hemş qadên jiyanê de  birêxistin bike û bi rê ve bibe ewdê bibin wek dareke bêber.” Ebdullah Arkan herwiha derbarê astengiyên li ber Kurdî de jî got: “Qedexekirina zimanê kifr e.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê proseya hilbijartina dersên bijarte li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerde ya Tirkiyê ji roja 3yê Çileyê ve despê kir û dê heta 21ê Çileya 2022ya berdewam be.

Li Bakurê Kurdistanê jî kampanyaya piştgiriya ji bo zimanê Kurdî re berdewam e û çend sazî û rêxistin banga malbatên Kurd dikin ku ew dersên Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.  Ji xwendekaran tê xwestin ku heya 21ê Çileya rêveberên dibistanê ji dersên xwe yên bijartî agahdar bikin.

Hin derdor bang dikin ku xwendekar û dêûbav perwerdehiya bi zimanê dayikê tercîh bikin, hin derdor jî dixwazin girîngî bidin dersên olî.

Endamê Sendîkaya Kedkarên Olî û Weqfan (DIVES) Mela Ebdullah Arkan bûu mêvanê bultena Rûdawê ya bi pêşkeşkariya Hêvîdar Zana û diyar kir ku ji bilî perwerdeya bi zimanê dayikê, divê dersên olî jî ji bo zarokên Kurd bi zimanê zikmakî were dayîn.

“Dersa bijarte derfeteke baş e”

Mela Ebdullah Arkan amaje bi wê yekê kir ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve zexteke zêde li ser zimanê Kurdî heye û diyar kir ku dersên bijarte mafek e û wiha got: “Ev firsendeke hêja ye. Divê malbat zarokên Kurd, zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî wek dersa bijartê hilbijêrin.”

Arkan rexne li helwesta Parêzgarê Amedê girt ku ji rêvebirên dibistanan xwestinbû berê xwendekaran bidin dersên olî, û got: “Eger Parêzgarê Amedê kesekî xwenda û zana be, divê hinekî empatiyê nîşan bide. Telafer li Iraqê ye, Gumulcine li Yûnanistanê ye û bi zimanê Tirkî perwerdeyê dibînin. Ji bo Tirkên li wir dijîn çi dixwazin bila ji bo zarokên Kurdan jî wê bixwazin. Zêdeyî 25 milyon Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn. Divê partî, komele û saziyên me jî girîngiyê bidin dersên zimanê Kurdî ku zarokên me yên li Kurdistana Bakur hilbijêrin. Pêwîst e zarokên me erdnîgarî û dîroka xwe û ya cîhanê bizanê xwe fêr bibin. Ev mafê wan e û wek şîrê dayîkê helal e.”

“Înkarkirina ziman kufr e”

Derbarê qedexekirina zimanê Kurdî de jî Mela Ebdullah Arkan tekez kir ku ziman ayetên Xwedê ne û got: “Qedexekirin û înkarkirina ayetên Xwedê rasterast kufr e.  Di ayeta 4emîn a sûreya Îbrahîm de tê gotin ku her pêxemberek ji bo ku heqîqetê bi zimanê xwe hîn bike hatiye şandin. Di ayeta 22yemîn a sûreya Rum de wiha tê gotin `Yek ji delîlên hebûna Xweda ew e ku erd û asîman afirandiye û herwiha ziman û rengên we ji hev cuda ne. Ji bo kesên xwedî zanîn, bê guman, ji bo vê yekê delîlên teqez hene.` Înkarkirina ayetên pîroz kufr e. Eger hûn li Efxanistanê bi Efxanî, li Erebîstanê bi Erebî û li Hindistanê bi Hindî neaxivin, ew dever bêwate ne. Di vê mijarê de hedîseke Pêxember heye, dibêje: 'ez ji Ereban hez dikim û sê sedemên wê hene: Ji ber ku ez Ereb im, Quran bi Erebî ye û roja ez hesab bidim Xweê dê bi zimanê Erebî be. Ji ber vê yekê jî mafê herî bingehîn yê mirovan e ku ji qewmê xwe hez bike.”

“Ji bilê me ti kes ji bo me tiştekê nake”

Mela Ebdullah Arkan herwiha rexne li rêvebirên partî û dezgehên Kurdî jî girt û got: “Partî û dezgehên me, yên ku me îdare dikin, yên bedel didin, navê kurdî li zarokên xwe dikin, lê kurdî fêrî wan nakin. Navê keçikê Gulistan e, lê bi kurdî nizane. Navê lawik Agît, Şervan e, lê bi kurdî nizane. Yên ku ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin divê li ser vê yekê bisekinin. Îro nîvgirava Kirimê ya ku 700 hezar nifûsa wê heye otonom e. Tîmûra Rojhilat ku nîvê Amedê ye hê jî otonom e. Lê mixabin kurdên bi nifûsa xwe ya 50 milyonî hê jî nikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Eger em li xwe û zimanê xwe xwedî dernekeve, êdî tu kes ji bo me tiştekî nake. Eger gel, neteweyek bi zimanê xwe yê zikmakî li dibistan, zanîngeh, perwerde, ol, çapemenî û hemû qadên jiyanê xwe birêxistin neke, dê bibe mîna dareke bêber.”

 

Rudaw

Top