• Wednesday, 25 February 2026
logo

Helîkoptereke Îsraîlê ket û 2 pîlotan canê xwe ji dest dan

Gulan Media January 4, 2022 Nûçe
Helîkoptereke Îsraîlê ket û 2 pîlotan canê xwe ji dest dan

Helîkoptereke leşkerî ya Îsraîlê di dema rahênanê de li Deryaya Spî kete xwarê û du efseran pîlot di bûyerê de canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Artêşa Îsraîlê îro Sêşembê 4ê Çileya 2022an di daxuyaniyekê de ragihandiye ku du efserên wê şeva bihorî di bûyera ketina helîkoptereke hêza deryayî ya wî welatî de li Deryaya Spî, canê xwe ji dest dane û yekî din jî bi giranî birîndar bûye.

Artêşa Îsraîlê diyar kiriye, helîkopter di dema rahênanê de ketiye û wan derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye.

Li gor daxuyaniya Artêşê, helîkoptera ketî ji corê Atalif bûye, tîma wê ji sê kesan pêk dihat û nêzîkî peravên bajarê Heyfa di nava deryayê de ketiye xwarê.

Tîma helîkopterê ji du balafirvan û çavdêrekî asmanî pêk dihat, herdû balafirvanan canê xwe ji dest dane û efserê çavdêr bi giranî birîndar bûye.

Piştî helîkopter ketiya nav deryayê, tîmên hawarçûnê di nav de tîma jêrderyayî ya hêza taybet a Îsraîlê ji bo rizgarkirina pîlotan hatine erkdarkirin, lê nekarîne wan rizgar bikin, ji ber ku demildest li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Ji ber wê bûyerê, Fermandarê Hêza Esmaniya Îsraîlê, Amikam Norkin bi şêweyekî demkî hemû rahênanên hêzên deryayî yên wî welatî rawestand.

 

 

Rudaw

Top