• Wednesday, 25 February 2026
logo

Zara Mihemedî hate ceza kirin

Gulan Media January 3, 2022 Nûçe
Zara Mihemedî hate ceza kirin

dadgeh dibêje lazime bo cîhbicîh kirina biryarê xwe radestî aliyên têkildar bike.
5 sal cezayê girtinê bo vê daye.

Mamosteya zimanê Kurdî û çalakvana jîngeh parêzî û mafên jinan ya Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî ku sala par hatibû girtin û ji aliyê dadgeha Sineyê ve bi 10 sal cezayê girtinê hatibû mehkûmkirin, doz li biryara dadgehê vekiribû.

Doza Zara Mihemedî ji aliyê dadgeha wenêrînê ve hatiye şopandin û cezaya vê jî bo 5 salan hatiye kêmkirin.

Zara Mihemedî ku bi kefaleteke mezin ji girtîgehê hatibû azadkirin, niha piştî biryara dadgeha wenêrînê lazime biçe girtîgehê û 5 salan li girtîgehê de bimîne.

Dadgehê daxwaz ji Mihemedî kiriye daku bo cîhbicîh kirina biryarê, xwe radestî aliyên têkildar bike.

Top