• Wednesday, 25 February 2026
logo

IHDê ji bo HDPê bang li desthilatê kir

Gulan Media December 31, 2021 Nûçe
IHDê ji bo HDPê bang li desthilatê kir

 Şaxa Stenbolê ya Komaleya Mafên Mirov bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî Rêxistina HDPê ya Bahçelîevler şermezar kir û got, “Em bang li desthilatê dikin ku demildest dest ji gotinên xwe yên ku HDPê dike armanca êrîşan, berde.”

Roja Sêşemê 28ê Kanûna 2021an êrîşek çekdarî li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê hat kirin û di encamê de endamekê wê partiyê birîndar bû.

Şaxa Stenbolê ya Komaleya Mafên Mirov îro 30ê Kanûna 2021ê bi daxuyaniyeke nivîskî ew êrîşa li dijî HDPê şermezar kir.

Komaleya Mafên Mirov di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê da ku ji ber gotin û helwestên desthilatê ên kîn û nefretê HDP dibe armanca êrîşan û got: “Em bang li aliyên peywendîdar dikin ku ev bûyer bê lêkolînkirin, hemû peywendiyên kesê êrîşker bên eşkerekirin û kesên ji êrîşê berpirs bên ceza kirin”

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê hatiye kirin ku êrîş bi aweyek plankirî hatiye kirin û tê gotin :”Ji ber ku gule di çekê de maye di êrîşê de ti kesekê canê xwe ji dest neda. Ev êrîşa ku rojek berî dadgehkirina kujerê Denîz Poyraz hatiye kirin, amaje bi wê yekê dide ku ev êrîş bi awayek palnkirî hatiye kirin.”

Komaleya Mafên Mirov balkişand ser dereng gehiştina polîsan bo cihê bûyerê û got: “Piştî 3 demjimêrêan hatina polîsan a bo cihê bûyerê pirsa “ peywendiyên êrîşê di nav dewletê de hene?” tîne bîra mirov.”

Komaleya Mafên mirov herî dawî sersaxî li xebatkar, endam û alîgirên HDPê kir û got:“ Em bang li desthilatê dikin ku demildest dest ji gotinên xwe ên ku HDPê dike armanca êrîşan, berde.”

Ev ne yekem êrîşa çekdarî ye ku li dijî HDPê tê kirin. Di 17ê Hezîrana 2021ê jî bi heman awayî êrîşek çekdarî li dijî avahiya HDPÊê ya Îzmîrê pêkhatibû û di encam de endama wê partiyê, keça Kurd a bi navê Denîz Poyraz canê xwe ji dest dabû.

 

Rudaw

Top