• Wednesday, 25 February 2026
logo

Sîrwan Barzanî: Pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media December 31, 2021 Nûçe
Sîrwan Barzanî: Pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Di du operasyonên cuda yên Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de bi hemahengiya artêşa Hevpeymanan û artêşa Iraqê, pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihand; bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û artêşa Iraqê, di du operasyonên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de bo ser cihên DAIŞê yên li quntara rêzeçiyayên Qereçûxê, pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Demek e hêzên Pêşmerge bi hevkarî û hemahengiya Hevpeymanan û artêşa Iraqê, li pey jinavbirina DAIŞê ne, ku car caran êrîş dikin ser hêzên cuda cuda û welatiyên wan deveran.

 

K24

Top