• Wednesday, 25 February 2026
logo

Blinken bi wezîrên derve yên 3 dewletan re axivî

Gulan Media December 30, 2021 Nûçe
Blinken bi wezîrên derve yên 3 dewletan re axivî

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di peywendiyên telefonî yên ligel Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock û Wezîra Derve ya Brîtanyayê Elizabeth Truss, mijarên dualî û herêmî bi taybetî rewşa Ukraynayê gotûbêj kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Blinken îro bi hevtayên xwe yên Fransa, Almanya û Brîtanyayê re bi rêya telefonê axiviye.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin, ku di wan peywendiyên telefonî de bal hat kişandin ser girîngiya hevkariyê li hember êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê û hat destnîşankirin ku ger ew êrişên Rûsyayê zêdetir bibin ev yek dê ji bo Rûsyayê encamên giran bi xwe re bîne.

Wezîran piştgîriya xwe ya bênavber ji serxwebûn, serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê re dubare kirin.

Wan aliyan herwiha dilgiraniya xwe li hember lezkirina bernameya etomî ya Îranê nîşan dan.

Wezîran bal kişandin ser wê yekê ku li hember zextên siyasî û aborî yên Çînê bi Lîtvanyayê re hevgiriyê dikin, herwiha li ser xebatên Lîbyayê yên ji bo lidarxistina hilbijartinên niştimanî di zûtirîn dem de axivîn.

Rudaw

Top