Ukrayna sivîlan bo şerê dijî Rûsyayê amade dike
Danial Larin xwendekarekî Ukraynayê ye temen 19 salî ye, ev yekem car e çek bi dest digire û derdora Keiva paytext ji aliyê artêş welatê xwe ve tê rahênankirin. Sedem jî xweamadekirina bo berevanîkirina Ukraynayê dijî egera êrîşa artêşa Rûsyayê ye, wek ku NATO berdewam dubare dike.
Xwendekar Daniel Larin dibêje “Bi baweriya min divê her ciwanek li vî welatî amade be bo şer, û li meydana şer bizanibe çawa dijî dijmim şer bike.”
Artêşa Ukraynayê di warê hejmarê de, piştî Rûsya û Fransayê tê, ku di ser 255 hezar serbazan re ye, di nav wan de di ser 33 hezar serbazên jin hene, beşê herî zêde rahênana wan li ser şerê gerîlayîye, ku Ukrayna di sala 1941ê de dijî artêşa Yekîtiya Sovyeta berê ew şer kiribû, û niha tecrubeyeke 80 salî li ba wê berhev bûye.
Pizîşk Marta Yuzkiv got “Bi baweriya min derfeta serkeftina ser bi Rûsyayê li ba me heye, ku ew di warê hejmarê û corê çekan de li pêşiya me ye, ev jî eger her kesekî vî welatî amade be di berevanîkirina welat de.”
Fermandarê artêşa Ukraynayê Vadym Ozirny diyar kir Divê ciwan bên û rahênana çekan bikin, heta berevanîkirina welat dijî Rûsyayê bikin.”
Rûsya daxwaza gotûbêjkirinê ligel Amerîka û NATOyê kiriye, û dibêje werin pêş daku em lihev bikin.
Peyamnêr di derbarê mijarê de ji serokê Rûsyayê Putin re wiha pirs kir “Eger hat û guh nedan we, we jî gotiye bersiveke we ya serbazî dibe, ew bersiv wê çawa be?”
Serokê Rûsya Vladimir Putin got Dibe bi çend coran be, ew jî bi wan pêşniyaran ve girêdayî ye, ku fermandarên serbazî didin pêş, lê em hêvîdar in ku em berê xwe nedin pêşniyara serbazî, belku fikrê bibin ser destpêşxeriya dîplomasî.”
Zimanê dîplomasî yê Rûsyayê hevdem e ligel rahênana temam a nû û serdemyane li xalekê ku tenê 50 kîlometre li sînorê rojhilatê Ukraynayê dûre. Rûsya bi artêşeke qayîm di ser yek milyon serbaz û dehan hezar pisporên şerê gerîlayî, çavê wê li NATO û hevpeymanên wê ye.
Rudaw
