Hejmarek ji koçberên li Reqayê debara xwe ji zibilgehan dibînin
Beşek ji koçbrên navxwe yên Sûriyê, ji ber hejariyê, li welatê xwe, debara jiyana xwe ji zibilgehan dibînin, ku bi sedema wê yekê, gelek caran ew kes tûşî nexweşiyan dibin, yan jî hinek keresteyên metirsîdar ziyanê digihînin wan, weke mînak mayin, bombe û bermayên teqemeniyan.
Ev nimûne li parêzgeha Reqayê tê dîtin, ku jin, zarok û zilam, bi ked û kêferat digirine ser zibilgeh, gilêş û bermayên ku li çolê têne avêtin.
Tehanî Casim, koçber ji Reqayê dibêje, “Em derziyan dibînin, wê rojê me li vê derê du mayin dîtin, herwiha em gulleyan dibînin, berî çend rojan fîşekek teqiya lê Xwedê karker parast in, dûrî wan bû. Gelek tişt hene. Qizêz jî hene, eger kesek pêlê bike, êdî nema dikare bimeşe û sê rojan li malê dimîne. Ma em ê çi bikin?! Em ê kar bikin, ji bo ku em debara jiyana xwe bikin. Berî çend rojan me du mayin dîtin, min bi wan dilîst, min guman dikir ku bafon in, lê gencên ku bi me re kar dikin hatin û gotin, na! Ev mayin in, êdî me ji dewriyê re telefon kir, hatin birin.”
Ev zibilgeh, ji bo wan hejaran, ne tenê çavkaniya debara jiyanê ye, lê belê, ji wan re bûye cihê niştecîbûn û jiyana rojane, da ku ji wê deverê nêzîk bin û bi zûtirîn dem bigihêjin komkirina keresteyan, ji bo piştre bibin bifiroşin, ne bi dilê wan e, ne jî ji vê rewşê hez dikin, lê ji neçarî.
Koçbera bi navê Kewser Hemîd jî diyar dike, “Li van zarokan binere çi hatiye serê wan! Eger zaokekî te hebe tu dihêlî ku jiyaneke wiha bijî?! Jiyaneke ne xweş e, ev çi jiyan e?! Keresteyan kom dikin, difiroşin ji bo ku nan bikirin.”
Li şûna ku herin dibistan û yarîgehan, zarok jî, ji vê tajedyaya azarkêşiyê ne bêbehr in, lê belê ew weke mezinan kar dikin, bi awayekî ku xwendin û lîstika wan tenê maye gera li nav zibilgehê ji bo dîtina tiştên ku hêjayî firotinê, bi bihayekî gelekî kêm û erzan ku bi zorê têra nanê rojê dike.
Şamat Dexîl jî koçber e û dibêje, “Bi Xwedê ez hesin û lekan kom dikim, piştre ez bang zarokên xwe dikim ku wan bibin, ji bo em bi bihayê wan, nan, petat û bacanan bikirin. Rewşa me gelekî xirab e.”
Rewşa vê xelkê li bajarê Reqa yê Sûriyê, yek ji sedên nimûneyên xelkên wî welatî ye, ku kêf û şahî ji dilên wan derketine û astengî û zehmetî li hawîrdor ew dorpêç kirine.
Rudaw
