• Wednesday, 25 February 2026
logo

Polîtburoya PDKê li ser biryara Dadgeha Bilind a Federal daxuyaniyek da

Gulan Media December 28, 2021 Nûçe
Polîtburoya   PDKê li ser biryara Dadgeha Bilind a Federal daxuyaniyek da

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û helwesta xwe li ser biryara Dadgeha Bilind a Federal û pesendkirina encamên hilbijartinên giştî yên Iraqê nîşan da.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê ragihand: “PDK pêşwazî li biryara Dadgeha Bilind a Federal dike li ser pesenkirina encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, ku roja 10ê Cotmeha 2021ê de hat encamdan.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ev biryar dê pêngavên destûrî li pey xwe bîne ji bo pêkanîna kabîneya bê ya hikûmeta federal.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Em di heman demê de tekezî li ser lipeyçûna wan siteman dikin ku li partiya me hatin kirin ku bi neheqî ji kursiyên me du kursî hatin birin.”

Îro Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, encamên hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê ku di 10ê Cotmehê de hatibû encamdan, pesend kir.

 

Basnews

Top