Li Mûsilê êrîşî binkeyeke serbazî ya Tirkiyê hat kirin
Çavkaniyekî ewlehiyê ya Iraqê ragihand; îşev li bajarokê Zêlkan ê ser bi Mûsilê, bi çend mûşekan êrîşî binkeyeke serbazî ya Tirkiyê hat kirin.
Hat ragihandin ku çend mûşek arasteyî binkeya serbazî ya Tirkiyê hatine kirin û li gor zanyariyên destpêkê, di encama êrîşê de ziyan negihîştiye li ti kesî.
Artêşa Tirkiyê ew binkeya serbazî di sala 2015an de dirust kiriye û dikeve bajarokê Zêlkan ê li navçeya Başîkê ya li bakurê rojhilatê Mûsilê.
K24
