Li Kirmaşanê şewat: 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn
Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê agir bi avahiyeke 9 qatî ket, 2 kesen tê de canê xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.
Şeva derbasbûyî li taxa 22ê Behmen a bajarê Kirmaşanê agir bi otomobîleke ku di nav parka jêrzemîna avahiyê de bû ket û piştre 6 otomobîlên din şewitîn. Piştre agir bi qatên din yên avahiyê ket.
Polîsê Kirmaşanê ragihand di şewatê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 21 kesên din jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ew du kesên canê xwe ji dest dane, jineke bi temen û keçeke genc bûne ku di dema agir ketinê de li jêrzemînê bûne.
Tîmên agirvemirnarinê piştî demjimêrekê agir kontirol kirin, lê agir gihîştibû her 9 qatên avahiyê.
Li gorî zanyayriyan 21 birîndarên ku bi rêjeyên cuda bedena wan şewitiye û li nexweşxaneyên Îamam Xumênî û Taleqanî yên Kirmaşanê tên dermankirin.
Basnews
