• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Erzînganê mamosteyeke jin hat kuştin

Gulan Media December 27, 2021 Civakî
Li Erzînganê mamosteyeke jin hat kuştin

Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê, mamosteyeke jin ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

Mamosteya bi navê Ayşegul Taşkin a 34 salî ku li bajarê Dîlokê dixebitî, bi armanca birayê xwe yê nexweşiya wî ya derûnî heye, bo dermankirinê razî bike çû mala bavê xwe ya li Erzînganê.

Ayşegul Taşkin dema xwest ji bo dermankirina wî, bi birayê xwe Ali Nazim Taşkinê 28 salî re biaxife, birayê wê bi kêrê li dilê wê xist.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Di pişkînîna tîmên tendirustiyê de diyar bû ku Ayşegul Taşkin canê xwe ji dest daye.

Termê Ayşegul Taşkin, piştî otopsiyê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzînganê hat veguhestin. Herwiha Ali Nazim Taşkin jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

 

Rudaw

Top