• Wednesday, 25 February 2026
logo

Siûdiye hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên lehiya Hewlêrê ragihand

Gulan Media December 24, 2021 Nûçe
Siûdiye hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên lehiya Hewlêrê ragihand

Di du peyamên cuda de, Wezareta Derve ya Siûdiye û Komeleya Cîhana Îslamî hevsoziya xwe li gel qurbaniyên lehiya Hewlêrê ragihandin û amadehiya xwe ji bo her hevkariyekê nîşan dan.

Wezareta Derve ya Siûdiye di daxuyaniyekê de ragihand, “Wezareta Derve ya Siûdiye hevsoziya xwe li gel hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê radigihîne, ji ber wê lehiya wêranker a li Herêma Kurdistanê rû daye û tê de hejmarek kesan cane xwe ji dest dan, birîndar û winda bûn.”

Wezareta Derve ya Siûdiyê sersaxiya xwe arasteyî hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û malbatên qurbaniyan dike û hêviya başbûnê ji birîndaran re û rizgarbûnê ji windabûyan re dike.

Di daxuyaniyeke din de, Sekreterê Giştî yê Komeleya Cîhana Îslamî û Serokê Desteya Zanayên Mislimanan Şêx Mihemed Ebdulkerîm El-Îsa ji ber lehiyên li Herêma Kurdistanê û Melîsyayê, hevsoziya Besteyê ya temam bi hikûmet û gelên her du welatan nîşan da û sersaxiya xwe arasteyî malbatên qurbaniyên lehiyan kir, hêviya başbûna zû ji birîndaran re û rizgarkirina windayîna xwast.

Herwiha di daxuyaniyê de hat, Komele amade ye li gor karînên xweher hevkariyeke mirovî û madî bi riya dezgehên xwe yên hawarhatinê alîkariya qurbaniyan bike.

 

 

K24

Top