• Wednesday, 25 February 2026
logo

‘Jina Kurd a Amazonê’ vîdyoklîba xwe ya nû belav kir

Gulan Media December 22, 2021 Hunerî
‘Jina Kurd a Amazonê’ vîdyoklîba xwe ya nû belav kir

Stranbêja Kurd Semyanî Perîzade ku weke “Jina Kurd a Amazonê” jî tê nasîn duyemîn vîdyoklîba xwe ya strana “ALO” ya bi Kurdî belav kir.

Singla nû ya Semyanî Perîzade ya bi navê "ALO" duh Sêşemê 21ê Kanûna a 2021ê li ser hemû platformên muzîka dîjîtal hat belavkirin.

Derbarê strana xwe de Semyanî Perîzade djbêje: “Îsal min strana xwe ya bi navê ‘ALO’ ku mijara wê ya sereke ragihandin e, çêkir. Bi derfetên xwe min karî di dawiya salekê de vîdyoklîp amade bikim. Min di strana xwe ya ‘ALO’ de şêwaza funk ceriband. Ji bo ku têkiliya navbera nifşan di strana xwe de xurt bikim, min biwêj û gotinên pêşiyan û hevokên xwe yên kurdî jî bi kar anîn. Min yek-du hevok jî revîze kir û xwest balê bikêşinim li ser jineke bîseksuel.

Perîzade herwiha dibêje ku strana wê straneke femînîst, pir enerjîk û bi coş e, herwiha straneke ne ji rêze ye ku rewşa jina kurd a modern nîşan dide.

Derbarê xwe de jî Semyanî Perîzade dibêje: “Min zarokatiyeke dezavantaj derbas kir. Niha ez nikarim wê demê bi dest bixim, lê di dema mayî de ez dixwazim jiyana xwe bi berhemên ku jê hez dikim bijîm û bi zimanê xwe yê zikmakî berhemdar bim. Ez hest dikim ku min qutbûn û valahiya ku ji ber koçberiya bi darê zorê, îslama radîkal û nîjadperestiya sazûmanî,  bi hilberîna bi zimanê xwe telafî kiriye.

Ez wisa difikirim û hêvî dikim ku bi vî awayî em jin û mêrên kurd ên di heman qonax û ezmûnan de derbas bûne dê bikaribin birînên xwe derman bikin û bi afirandinê em dê çîrokên xwe bi rihê serdema nû vebêjin. Ez di wê bawerîyê de me ku bi hunerê em dikarin birîn û travmayên xwe bipêçin, rihet bikin. Ev yek ji min re pirr watedar e.”

Perîzade ehrwiha tekez dike ku êdiviya ciwanên kurd bi berhemên ku ruhê serdemê bi dest dixin heye û dide zanîn ku derhênara hunerî ya klîbê hezkiriya wê Zeynep bûye.

 

Rudaw

Top