• Wednesday, 25 February 2026
logo

3 ciwanên Sûrî li Tirkiyê hatin şewitandin

Gulan Media December 22, 2021 Nûçe
3 ciwanên Sûrî li Tirkiyê hatin şewitandin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, beriya zêdeyî mehekê, 3 ciwanên Sûrî ji aliyê welatiyekî Tirk ve hatin şewitandin.

Rewangehê diyar kir, roja 16ê Mijdara borî li navçeya Guzelbahçe ya Izmîrê, welatiyekî Tirk benzîn li cihê rûniştina sê ciwanên Sûrî kir, agir berdayê û ew her sê ciwan şewistandin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ew her sê ciwanên Sûrî li kargeheke kevirên peyariyan kar dikirin ti pirsgirêkên wan bi ti kesî re nebûn. Hin jêderan re jî gotin: “Ev tawaneke nijadperestî ye”

Kuştin van her dê ciwanan di nava reşiyeke mezin de pêk hatiye û heta niha encamên lêkolînên nehatine aşkerekirin.

Ehmed El-Nebhan ku birayê qurbaniyekî ye ji medyayê re gotiye: Tawanbar ev tawan tenê ji ber mebestên nijadperestî, kiriye. Me rêxistinên yasayî yên Tirkiyê bi vê tawanê agahdar kiriye û ew dozê dişopînin.

Ehmed El-Nebhan got jî: Kesên hatine şewitandin Mamûn El-Nebhan (23 salî), Ehmed El-Elî (21 salî) û Mihemed El-Biş (17 salî) ne.

 

 

K24

Top