• Wednesday, 25 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Em bi giringî li hevkarî û alîkariyên Amerîkayê dinêrin

Gulan Media December 21, 2021 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Em bi giringî li hevkarî û alîkariyên Amerîkayê dinêrin

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîka li Iraqê derbarê dawî pêşhatên ewlehî û serbazî yên navçeyê civiyan.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û şandeke dîpolomasî û serbazî ya wî welatî civiya.

Di daxuyaniyê de hat: “Di civînê de, guftûgo derbarê dawî pêşhat û bûyerên navçeyê û mîkanîzma rûbirûbûna teroristên DAIŞê hatin guftûgokirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Wezîrê Pêşmerge behsa hevahengî û hevkariyên artêşa Amerîka bo hêzên Pêşmerge kir û tekezî li ser berdewamiya dostanî û pêwendiyên di navbera gelê Kurd û Amerîka hate kirin.”

Wezîrê Pêşmerge got “Ji destpêka şerê li dijî teroristan ve, artêşa Amerîka hevşana hêzên Pêşmerge û welatên Hevpeymanan rola wê ya mezin di şikandina teroristan hebû. Em bi girîngî li hevkarî û hevahengiyên Amerîka dinêrin.”

 

Basnews

Top