'Ciwanek bi destê cendirmeyên Tirkiyê hat kuştin'
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihandin ku ciwanekî ji bajarokê Mearet Numan ê başûrê Idlibê, dema dixwest ji bajarokê Harim ê bakurê Idlibê derbasî bajarê Hatayê yê Tirkiyê bibe, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatiye girtin û di bin êşkenceya tund û dijwar de canê xwe ji dest daye.
Li gor çavkaniyên xwecihî û Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 20ê Kanûna 2021ê, dema ciwanekî Sûrî xelkê bajarokê Mearet Numan ê başûrê Idlibê xwestiye ji bajarokê Harim ê bakurê Idlibê derbasî bajarê Hatayê yê Tirkiyê bibe, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatiye girtin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov û heman çavkanî didin zanîn ku ew kes di bin êşkenceya tund û dijwar de canê xwe ji dest daye.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, ji destpêka krîza Sûriyê ve û heta niha li ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê 496 sivîlên Sûrî bi destê cendirmeyên Tirkiyê hatine kuştin, ji wan 90 zarokên di bin 8 salan re û 45 jinên di ser 18 salan re.
Rudaw
