• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Mûşê xaniyên welatiyan di bin berfê de man

Gulan Media December 19, 2021 Nûçe
Li Mûşê xaniyên welatiyan di bin berfê de man

Li gundê Çengîlî yê ser bi parêzgeha Mûşê ve li Bakurê Kurdistanê piştî berfeke zêde xaniyên yek qatî yên welatiyan di nav berfê de man.

Berfa ku ev du roj in li parêzgeha Mûşê dibare bandorê li jiyana welatiyan dike. Bi taybet jî welatiyên ku li gundan dijîn.

Li gundê Çengîlî ku 60 kîlometrayan ji navenda Mûşê dûr e, di du rojên dawî de berfeke zêde bariya û di encam de xaniyên welatiyan ên yek qatî di bin berfê de man.

Xelkê wî gundî ku derdora 50 santîmetreyan berf lê bariye, bi bêran berfa li ser banên xwe û derdora malên xwe avêtin. Zarokên gund jî lîstikên berfê lîstin.

Ji akinciyên gund Eyup Omur amaje bi wê yekê da ku xaniyê wî di bin berfê de maye û ew hewl dide bi bêrê derdora wî ji berfê paqij bike û got, “Niha derdora 50 santîmetreyan berf hatiye. Makîneyên kar rêyên me vedikin, lê em kolanên teng ên gund bi bêran paqij dikin. Em 6 mehan di bin berfê de dimînin. Banê xanî û erd ji ber berfê gihane hev.”

Yek ji akinciyên din ên gund Mustafa Yonden dibêje, “Dewama me ya berfê destpêkir. Dema berf dibare em bi bêran banên xaniyên xwe paqij dikin.”

Keşnasî ya Herêma 15 ku parêzgehên Bakurê Kurdistanê li xwe digire, ragihand ku di rojên bê de zêdetir berf dibare û pileya germê li wan parêzgehan 4 pile dadikeve bin sifrê.

 

Rudaw

Top