Li Mêrdînê kesekî 2 jin kuştin
Şeva borî li navçeya Artukluyê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi navê Seyfettin D. (29) piştî ku teqe li Kadriye B. û keça wê Cemile B. dike û wan dikuje, guleyekê berdide serê xwe û dawî li jiyana xwe tîne.
Bûyer ji nîqaşekê destpê kir ku heta niha sedema wê nediyar e. Piştî nîqaş mezin dibe, Seyfettin destpêkê teqe li Kadriye dike û piştre teqe li Cemile jî dike. Paşê gulleyekê di berde sere xwe jî. Piştre hersê birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Tîmê tendirûstiyê ragihand ku Seyfettin D., Kadriye û keça wê Cemîle canê xwe ji dest dane.
Herwiha hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Rudwa
