Yekem roja Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê
5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê îro, 17/12/2021, demjimêr 16.00 bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê destpê kir.
Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê dê hefteyekê berdewam bike û di çarçova festîvalê de dê ji 35 welatan 116 fîlm bên nîşandan û di pêşbaziyê de bin.
5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê bi fîlma `Mala Dalya` ya derhêner Dana Kerîm destpê kir.
Zanyariyên berfireh li ser bername û naveroka Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê...
Rudaw
