Mezlûm Kobanî bi rûsipiyên Dêrezorê re civiya
Fermanderê Giştî yên hêzên HSDê Mezlûm Kobanî serdana Rojhilatê Dêrezorê kir û çendîn civîn ligel aliyên berpirsiyar, kesayet û rûsipiyên wê navçê lidar xistin.
Di civînekê de ligel kesayetiyên navçeyê, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, her danûstandinek ligel hikûmeta Sûriyê dê nûnerên hemû pêkhateyên herêmê tê de beşdar bin.
Fermanderê HSDê Mezlum Kobanî got "Her danûstandinek li gel rejîmê bibe, xelkê Dêrezorê dê di nav de bin, xelkê Reqayê dê di nav de bin, xelkê Minbic dê di nav de bin. Wate dê nûnerên hemû pêkhateyên herêmê di nav de bin. Em hemû bi hev re ne, û çarenivîsa me yek e, û şehîdên HSDê ji hemû pêkhateyan in. HSD hêzeke serbazî yekgirtî ye, û dema me Dêrezor rizgar kir, xelkê Dêrezorê beşdar bûn û şehîd bûn, û her çareseriyek bibe, divê ew beşdar bin."
Di civînê de, Fermanderê Giştî yê HSDê tekez kir ku ew pabendî rêkeftina kêmkirina tundûtûjiyê ne, lê Tirkiyê di hewlên wergirtina rizamendiya navdewletî ji bo êrîşeke nû li dijî herêmê berdewam e.
Ev civîn û daxuyaniyên Mezlûm Kobanî di demekê de ne ku Matthew Pearl cîgirê nû yê şandeyê Amerîka yê taybet bo Sûriyê gihştiye Rojavayê Kurdistanê û tê pêşbînîkirin ligel Fermandeyên HSDê bicive û mijara diyaloga Kurdî-Kurdî ligel gotûbêj bike.
Di vê derbarê de, Serokê şandeya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji bo danûstandinê, piştî civîna ligel balyozê Amerîka, ji Rûdawê re gotibû ku andeya ENKSê ji Amerîkiyan re tekez kiriye ku ew ji bo biserxistina hewlên yekrêziyê cidî ne.
Serokê Şandeya ENKSê Mihemed Ismaîl “Encûmena niştimanî jî ji aliyê xwe ve tekez ser cidiyeta encûmenê ji bo ku danûstendin bigihîjin encameke baş.
Li gorî Medyaya fermî ya HSDê, di heman serdanê de, Fermanderê HSDê ligel fermandeyên serbazî û emnî civiyaye û ji wan xwestiye ku aramî û ewlehiya herêmê biparêzin.
Rudaw
