Mesîhî û turkmenên Hewlêrê roja alaya Kurdistanê pîroz kirin
Li bajarê Hewlêrê turkmen û mesîhiyan roja alaya Kurdistanê pîroz kirin.
Îro li Hewlêrê bi helkefta roja alaya Kurdistanê li Mala Turkmen merasimek hat lidarxistin.
Di merasimê de ku bi alaya Kurdistanê hatibû xemilandin, nûnerê mesîhiyan, Newzad Pols axivî û ragehand, li Kurdistanê tevahiya pêkhateyan di nav aramî û asûdetî û azadiyê de û di bin sîbera alaya Kurdistanê de dijîn.
Newzad Pols her wiha got, bi sedan sal e xelkê Kurdistanê, çi kurd çi turkmen çi mesîhî û tevahiya pêkhateyên ayînî û etnîkî bo azadiya Kurdistanê û libabûna alaya Kurdistanê xebat dikin.
Nûnerên turkmen jî di merasimê de roja alaya Kurdistanê pîroz kirin û gotin ku bi şanazî alaya Kurdistanê bilind dikin ji ber ku ew alaya wan e jî û di bin sîbera wê de bi azadî û dijîn û mafên wan jî hatine garantîkirin.
Basnews
